Xirabiya rewşa saxlemiya 3’ê girtiyên Kurd li girtîgeha “Recaî Şehrê”

14:24 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajnsa Kurdpa: Bara saxlemî ya 3’ê girtiyên oldarên Behayî li girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê têkçûye û ji aliyê berpirsyarên zîndanê nahên çareser kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,3’ê girtiyên Behayî binavên “Fuad Muqedem”, Maşalah Haêzî”, Emanullah Musteqîm,seva xirabiya xwarina girtîgeha Recaî Şehrê, tûşî nesaxiyê bûne û karbidestên zîndanê hewla çareseriya wan nadin.

Yek ji girtiyên girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê ragehand,ew 3’ê zîndaniyên Behayî heya niha çendîn caran daxwaza çareseriyê ji karbidestên girtîgehê kirine , lê di bin zext û giwaşa hêzên Îttlatî,karbidestên zîndanê xwe ji çareseriya wan 3’ê girtiyan parastine.

Girtiyê han bilav kir, hejimarek zaf ji girtiyên vê girtîgehê binavên “Xalid Herdanî, Salih Kuhendil, Riza Şerifî yê Bokanî,Namiq Mehmûdî, Resûl Budaxî, Bêhnûd Ezîzî, Mihemed Badewam, Ebas Badfer û çendîn girtiyên mesebî yên dinê heyamê 2 salane ku dinava vê girtîgehê de tûşî gelek nexweşiyan bûne û karbidestên zîndanê çi karekê jibo çareseriya wan encam nadin.