“Xeyrullah Heqcûyan” bi salek girtîgehê hat cezadan

19:23 - 28 Hezîran 2022

Endamê “Koma Şêwir a Çalakvanên Medenî yên Yarsanan” “Xeyrullah Heqcûyan” ji aliyê dadgeha bajarê “Sehne” yê ve bi salek girtîgehê hat cezadan.

Çavkaniyek agehdar ji hûrgiliyên dosyeya wî çalakvanê “Yarsanî” ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê re ragihandiye: “Dadgeha Şoreş a bajarê Sehneyê, Xeyrullah Heqcûyan bi tohmeta avakirina “Koma Şêwir a Çalakvanên Medenî yên Yarsanan”, beşdarî li kombûnên nerizayetî û propagende li dijî nizamê, bi salek girtîgehê ceza daye û ew ceza li roja Şemî 21ê Cozerdanê ji navbirî re hatiye ragihandin.

Vê çavkaniyê gotiye: “11 meh ji heyama girtîgeha wî çalakvanê Yarsanî bo heyama 5 salan hatiye ragirtin. “Xeyrullah Heqcûyan” li derheq biryara dadgeha Şoreş a bajarê Sehneyê, nerazayetiya xwe nîşan daye.

Roja Çarşemî 16ê Pûşpera sala 1400an a Rojî, Xeyrullah Heqcûyan bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê hatibû azadkirin.

Roja Duşemî 7ê Pûşpera sala 1400an a Rojî, ew endamê Koma Şêwir a Çalakvanên Medenî yên Yarsanan hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê veguhastibûn.

Navbirî ji aliyê dozgeriya bajarê Sehneyê ve hatibû gazîkirin û piştî bi dawîhatina lêpirsînê bi tohmeta “ bêrêzîkirin bi berpirsan û pîrozibahiyên hikûmeta Îranê” û redkirina barimteya 500 milyon Tumenî, ji aliyê Xeyrullah Heqcûyan ve bo azadkirina demkî û herwisa redkirina tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, bo girtîgeha Dîzilavaya bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Navbirî ji destpêka binçavkirinê de dest havêtibû girêve.

Roja Yekşemî 13`ê Pûşpera sala 1400an, Siyaveş Heyatî, Seyîd Emîn Ebasî, Daryûş Heyderî, Şarox Saîmiyan, Peyam Rezayî û Noşad Tahrî, ji çalakvanên medenî yên Ola Yarsanan bo piştevanîkirin ji Xeyulah Heqcûyan, dest havêtibûn bi girevê û roja Sêşemî 15`ê Pûşpera sala 1400an dawî bi gireva xwe anîbûn.