Xeniqîna kasibkarekî Kurd li robarê sînorî ê Kirmaşanê

20:17 - 21 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd xelkê bajarê Bayingan ê ser bi Paweya rojhilatê kurdistanê ku mijûlî hemil kirina bar bo debara jiyanê bi ser pişta xwe bû, nav avê de xeniqî ma.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, xortekî Kurd xelkê gundê “Lalan Îmamî” ê ser bi Bayîngan a parêzgeha Kirmaşan, bi navê Yasir Mîranî kurê Ebdullah ku kasibkarî bo debara jiyanê dikir, bi sedema ketin di nava ava robarê “Zemkan” jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekî agah liser vê pirsê bi peyamnêrê Kurdpa re wiha ragihand: Ew ciwanê 20 salî ê Kurd, roja Şemî 17’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, bi ketina ji bilindiyê bo nav ava çemê “Zimkan” dixeniqe û termê wî rojek piştre bi alikariya welatiyên Helebçê û gundê “Banewer Îmamî” ji avê tê derxistin.

Di sala borî bi çendîn kasibkarên Kurd li deverên sînorî ên bajarên Bane, Serdeşt, Pîranşehr û Urmiyê, bi sedema bi dûketin û gulle reşandina hêzên leşkerî ên hikmeta Îslamiya Îranê, bi teqîna mayînan û ketina nav avên rûbaran re rûbirû bûne.

Pêştir jî ciwanekî Pîranşehrî bi navê Necmedîn Seîdî, xelkê gundê “Girdesor” bi sedema bidûketina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, ketibû nav ava rûbarê ”Zêwke û Maşkan” ku di encamê de xeniqîbû.