Xendiqîna Ciwanek Kurd li Îlamê/Salane pitir ji 1000 kesan di avê de difetisin

15:06 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Ciwanek Kurd yê xelkê bajarê “Dêhluran”ya ser bi bajarê Îlamê dinava avê de canê xwe li dest da.

Sibêdeya roja Yekşem berwar 28’ê Tîrmeha 2013’an Ciwanek Kurd yê temen 26 salî li bajarê Dêhluranê, li dema masî girtinê de kevte nawa ava çem de û li encam de canê xwe ji dest da.

Her wisa çand rojan beriya niha, du birayên 10 û 13 salî binavên “Riza û Husên”xelkê bajarê “DereŞehr”ya parêzgeha Îlamê, li çemê “Seymere”ya vê Parêzgehê de canê xwe ji dest dan.

Li gorî amarekê ku nûçegihaniya Mêhr bilav kiriye, li heyamê salên 1386 ya rojî heya 1390 ya rojî, 75 welatiyên Kurd yên Îlamî dinava ava çem û bendavên wê parêzgehê de canê xwe ji dest dane.

Ki aliyek din û li gor amara rêkxistina Pizîşkên dadverî yên Îranê, li heyamê sala 1391 ya rojî hezar û 75 kes li welatê Îranê de dinava avê de fetisîne û her wisa li sala 1390 ya rojî de hezar û 74 kes li avê de xendiqîne.

Li gor amara sala 1391 ya rojî 335 kesan li behrê de,120 kesan li kanalên avê de, 111 kes li guman de,96 kesan li gumên destçêkirî û bendavan,41 kesan li gumên sirûştî û 371 kesan li cihên cûr bi cûr wek çem û cihê din de canê xwe li dest dane.

Li dirêjiya raporê de hatiye ku 10 hezar kes ji welatiyên Îranî seva kêmtirxemî û nezanîna melevaniyan û nebûna alavên pêwîst li cem çem û bendavan canê xwe li dest dane.