XELKÊN MERÎWANÊ, HARÎKARÎ JI XELKÊN AZERBAYCANÊ RE ŞANDIN

21:23 - 16 Tebax 2012
Ajansa Kurpda: Xelkê Merîwanê alîkariyên xwe ji bo xelkê Azerbaycanê bi hevkariya Civata Kesk A Çiya, şandin.

Pêka rapora Kurdpa, Civata Kesk A Çiya li Merîwanê, dest daye berhevkirina alîkariyên xelkê Merîwanê û şandina wan ji bo Tewrêzê.

Rapora han bahsa wê çendê dide holê ku hewcehiyên Malê û Cil û Kincên Zarokan û Mezinan û xwardemenî beşek ji wan şandiyên Xelkê Merîwanê bo Azerbaycanê bûne.

Berîtir Civatên Mamustayên Kirmaşan û Sine daxwaza alîkariya xelkê bo Erdhej lêdayiyên “Werzeqan, Eher û Heres”ê kiribûn.