Xelkê Bayinganê êrîş kirine ser bexşdariya “Bayngan”ê

12:31 - 25 Çirriya pêşîn 2020

Hejmarek ajeldarên bajarê Paweyê bi sebema vê ku Bexşdar hevkariya wan nake û astengiyan bo wan çê dike êrîş kirine ser bexşdariya wî bajarî.

Ajeldarên tayfeya “Îmamî” tevî vê ku ji aliyê bexşdariya “Bayingan”ê ve rastî astengiyan tên, belkî wan bi awayê zorê jî naçar bi koçkirinê dikin.

Bexşdarê “Bayingan”ê bi awayê zorê dixwaze ku wan ajeldaran bo deverên “germiyan” yên “Kilûr” û “Dirole” bêne koçkirin.

Xelkê bi sedema wê karê bexşdar, êrîş kirine ser bexşdariya Bayinganê û der û pençerên wê îdareya hikûmetê şikandine.

Piştre xelk ji aliyê hêzên “Spaha Pasdaran, Îdareya Îtilaat û Yêgana Taybet” yên bajarê Paweyê ve rastî êrîşkirinê hatin û hejmarek xelk jî hatine binçavkirin.