Xeletiya medîkal, canê keçik 24 salî ji Sinê jê sitand

20:33 - 24 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: keçik bi temenê 24 sal ji Sinê, li sedem xemsarî û xeletiya medîkal li kilînîka “ Nûr” a vî şarî bû qurbanî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Înî ya borî “ Şîva Zarêî” rûniştiyê taxa “ Ebbas Abad”a şarê Sinê ku bi amanca estetîka difinê, xistibûn bin niştergeriyê û paşî bêhiş kirinê cane xwe ji dest da.

Birayê vê keçê bi yekik ji rojnamên hundirê Îranê ragihandibû, Şîva Zarêî saet 12ê nîroya roja Înî bo niştergeriyê çobû oda niştergeriyê û dirêj bûna dema niştergeriyê, nigeranî û pirsiyar ji me re anî pê, lê duxtoran li bersiva pirsiyarên mede ragihandin: li sedem lêdana qasik zor ji narkozan kata bêhişiyê dirêj bûye.

\"15605.jpg\"
Şîva Zarêî rûniştiyê taxa “ Ebbas Abad”a şarê Sinê ku bi amanca estetîka difinê, xistibûn bin niştergeriyê û paşî bêhiş kirinê cane xwe ji dest da.
Settar Zarêî birayê Şîva , basa hindê jî kir, paşî 6 saetan xwîşka min nîvecan bi ambolanansê bi nexweşxana “ Tohîd” hate raguhastinê, duxtoran bê hivî ragihandin ku, %80a cergê sipî(pişik) û hinavên xwe ji dest dane û xêncî hindê ku tîma duxtorên taybetê şoka êlêktirîkî, saet 5ê sibê zûya roja Şemî, 30ê Xermanan canê xwe ji dest da.

Bêhzad Ehsen, duxtorê kilînîka” Tohîd”a şarê sinê ragihandiye: Şîva Zarêî ku roja Pêncşem li kilînîka mede kete bin niştergeriyê, pêşîna nexweşya hinav hebûye.

Gotinên berpirsê wê kilînîkê li rewşik deye ku bi gotina kesên Şîva û berpirsê duxtorê dadeweriyê, Şîva roja Înî xistine bi niştergeriyê û navbirî pêş niştergeriyê de çi pirsgirêkik li tendurustiyê de çine bûye.

Tê gotin ku çend bijartî ji bedena Şîva bi amanca analîz kirin bi Tehranê şandine û termê navbirî li goristana “ Beheştî Mihemedî”a şarê sinê sipartiyê xakê kirine.

Li midê çend heyvên borî de, çend ji welatiyan bi navên “ Saniye ji xelkê Merîwan, Eşkan ji Seqqiz, Mohammed Raşid ji Sinê, Sitayiş Werkebûdî û Aras Fethullahî her 2 bi temenê 3 sal ji Îlam” li sedem xeletiya medîkal û bi kar anîna dermanê êxpayêr bûyî li nexweşxanên van şaran de, canê xwe ji dest dane.