Xelata zehmetkêşê mafên mirovan bo Zanayekî olî ê Belûç

15:33 - 23 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi sedema çêkirina wekhevî û ji holê rakirina nakokiyan navbera etnîkên cur bi cur û aliyên cihê reng ên ayînî û olî de, xelata Navenda Parastina mafên mirovan bi alimekî olî ê Belûç hat dayîn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mûlewî Ebûlhemîd Îsmaîl zihî, xelata mafên mirovan a Navena Parastina mafên mirovan bi dest xist. Xelat ji aliyê Nergis Mihemmedî, cîgira sepereştê Navenda Parastina mafên mirovan ve bi wî zanayê olî hat pêşkêş kirin.

Navenda Parastina mafên mirovan, bi belav kirina daxuyaniyekî, sedema pêşkêş kirina xelatê bi pêşnimêjê Cume ê Belûç wiha şirove kir: Mûlewî Ebûlhemîn û malbata xwedî hurmeta wî ligel zext û givaşên zor ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve rû bi rû bûne lê dîsan karîne bibin mînaka jiyaneke birûmet û wekheviyê navbera gelên bi bawer yên cihê renge de pêkbînin.

\"23774.jpg\"
Mûlewî Ebdûlhemîd xelatê ji destê Nergis Mihemmedî cîgirê serpereştê Navenda parastina marfên mirovan werdigre
Mûlewî Ebdûlhemîd dema bi destxistina xelatê de, tevî wê yekê ku armanca wî ji wan karane berçavgirtina mirovayetiyê bûye, amaje bi vê yekê jî kir: Divê hewl bê dayîn şer û nakokiya li cîvakên cîhanî nemînin û tevahiya ol, mezheb û baweriyan cihê reng li kêleka hevde jiyaneke hevpar û bi aşîtî pêk bînin.

Di rêwêtiya cîgirê Navenda parastina mafên nirovan bi zahîdana Îranê, ew xelat bi Mûlewî Ebdûlhermîn hat pêşkêş kirin û wî dema wergirtina xelatê de got: Divê dabînkirina mafên kêmaniyan û neteweyên cihê reng, armanca sereke bo pêkanîna aşîtiya cîhanî bên hesibandin.

Pêşkêş kirina wî xelatê bi mûlewî Ebdûlhemîd, kesayetiyê navdar ê Belûç di demekê deye ku piraniya endamên malbata wî di cezayên takekesî ên hikûmeta Îranê de mane û bi dure hatine sirgûn kirin.

Ebas Emîr Întizam, Ayetullah Muntezirî, Êzetûllah Sehabî û Mihemmed Melêkî ji wan kesan e ku pêştir xelata “zehmetkêşê mafên mirovan” bi dest xistin e.