Xelata Festîvala Navdewletî li Tirkiyê bo sînemakarekî Kurd

20:26 - 25 Şibat 2015
Ajansa kurdpa: Sînemakarekî Kurd li Baneya rojhilatê Kurdistanê li 14’emin gera Festivala filmên welatê Tirkiyê, baştirîn xelat bidest xist.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdp, fîlam “Merdan” bi derhêneriya Betîn Qubadî xelkê Baneyê, li Festîvala fîlma Tirkiyê beşdarî kir û hat xelat kirin.

Wê fîlma sînemayî di nav 60 berhemên hunerî ên wê Festîvalê de, xelata baştirîn fîlman bi xwe misoger kir.

\"24977.jpg\"
Betîn Qubadî Derhênerê fîlma “Merdan”\"
Fîlma “Merdan” qala zarokîtiya polîsekî dike ku rastî çend bûyerên nexweş û diltezîn tê; bi dûre ew zarokê ku pêşerojê dibe polîs hez bi kunc hilbijartin û tenê bûnê dike.( Li ser ekranê sînemayê) Di encamê de heman polîs li çiyayên Kurdistanê pey kesekî winda bûyî digere.

Her li vê derbareyê de nûçegihaniya Îrna belav kiribû: Sînemakarê Kurd- Betîn Qubadî pêştir jî Ew berhema xwe bi nûnerayetiya Herêma Kurdstanê, bo festîvala sala 2015’an a Sînemaya Oskar bi rê kiribû ku piştî birê ve çûna fîlma Oskar, Qubadî bi wê berhemê li Festîvala fîlma Tirkiyê de pişikdarî kir.

Festînala Navdewletî a fîlma Stenbol a Tirkiyê, sala 2001’an bi armanca nîşandana baştirîn sînemakarên ku berhemên hunerî li cîhanê pêktînin hatiye avakirin.