Xebatkarikî çandiyê Kurd li parêzgeha Xurasana bakûr raguhastiyê girtîgehê kirin

20:06 - 18 Şibat 2014
Ajansa Krdpa: Xebattkarikî çandiyê Kurd ji xelkê parêzgeha Xurasana bakûr bi 1 sal hewsa teizîrî mehkûm kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Mehdî Ceiferzadê, xebatkarê çandiya Kurd ji xelkê parêzgeha Xurasana bakûr, bi tometa “ çon-hatin bi Herêma Kurdistanê û têkilî tev Kurdên rojavaya Îran” , hukmê 1 sal hewsa teizîrî jê re birîn.

Ev xebatkarê çandî, paşî hindê ku ev hukm li dadgeha pêdeçonê de hate erênî kirin, paşî xwe nasandin bi pişka bi rêbiriya hukmên dadgeha Meşhed, bi amanca derbas kirina hukmê xwe, raguhastiyê girtîgeha vî şarî kirin.

Mehdî Ceiferzadê, 30 salî, rûniştiyê şarê Deregez li parêzgeha Xurasana bakûre ku, li despêka îsal de hatibû girtin û midê 2 heyvan li oda teke kesiyên dezgeha ewlehiya Meşhedê de hatibû ragirtinê.

Ev xebatkarê çandî, paşî 60 rojan hews, bi danîna barmita 200,000,000 tûmenê bi forma demî hate berdanê.