Xebatkarik xwendekariyê ji xelkê Kirmanşan, bi neçarî warê xwe bi cî hişt

19:56 - 22 Tebax 2013
Ajansa Kurpa: li midê wan çend rojên borî de xebatkarê xwendewariyê ji xelkê Kirmanşan û her wisa mêrê yekik ji xebatkara jinan li şarê Sinê li sedem bandora dezgeha dadeweriyê û hêzên ewlehiyê rû bi derî welat kir.

Efşîn Kerîmiyan Neseb, xwendekarê Kurdê ji xelkê Kirmanşan li pêwendiyik telefonî de bi ajansa Kurdpa Ragihand : paşî hidê çend roj pêş niha de bangî dadgehê bûm û bi hegera hindê ku 10 sal hewsa teilîqî ser min de sepa bû, min seh kir ku dema xwe nasandinê bi dadgehê yê rûberûyê girtinê û cî bi cî kirina vî hukmî bibim, ber hindê bi neçarî min warê xwe bi cî hişt.

\"14784.jpg\"
Efşîn Kerîmiyan Neseb, xwendekarê Kurdê ji xelkê Kirmanşan
Ev xwendekarê zanîngeha “Azad ê Islamî” a Teran basê hindê jî kir, sala 1388 ji aliyê hêzên ewlehiyêhatim girtin û midê 4 rojan li dezgeha ewlehiya Kirmanşanê bûm û paşî bi teyyarê bi girtîgeha Êvin hatime raguhastinê ku paş 2 heyvan hewsê bi danîna barmita 100,000,000 tûmanî hatim berdanê.

Ev xebatkarê xwendewaniyê ji aliyê hêzên ewlehiyê bi hevkarî tev partên opzîsiyona hukûmeta Îran, han dana xwendekaran bi tund û tîjî bi amanca ji naw birina rêjîm, hatibû twanbar kirin û paşî ji aliyê şaxa 16a dadgeha şorişa Tehranê hukmê 10 sal hewsa tailîqî bo birîn.

Efşîn Kerîmiyan Neseb xwendekarê zanistên polîtîk û yekik ji xebatkarên xwendekariya zanîngeha Azad ê Islamî a Tehran bû ku li midê xwendekariyê li wê zankoyê roloik berçav li xebata xwendekariyê de li zanîngehê hebûye.

Ev xebatkarê Kurd yekik ji endamên komîsiyona mafê mirov a sentera parêzerên parêzgeha Kirmanşan û Îlam bûye.

Ji aliyik din “ Fayiq Xerîbî” mêrê “ Şêyda Qewamî” bi hegera bandora hêzên ewlehiyê bi neçarî welat bi cî hişt.

\"14785.jpg\"
“ Fayiq Xerîbî” mêrê “ Şêyda Qewamî” bi hegera bandora hêzên ewlehiyê bi neçarî welat bi cî hişt.
Şêyda Qewamî jina Fayiq Xerîbî yekik ji xebatkarên jinan li şarê Sinê, heyva Banemera sala 1387 ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Sinê hat girtin û paşî 2 heyvan bi benda jinan a girtîgeha sêntirala şarê Seqqizê hatibû raguhastin.

Şêyda Qewamî sala 1387 ji aliyê dadgeha şorişa şarê Seqqizê bi serokatiya “ Şayêq” bi tawana “ propaganda dijî rijîm û asayişa netewî û anîn pêya gurûpik nihêniya jinan” bi 5 sal hewsa teizîrî hat mehkûm kirinê ku paş borandina 4 salê vî hukmî ji girtîgehê hat berdan.

Fayiq Xerîbî mêrê vê jina xebatkarê xelkê Sinê, bi dû çona jina xwe bi derî welat, rûberûyê bandora hêzên ewlehiyê bibû ku bi neçarî ber bi welatê Tirka ço û xwe bi komîsariyaya bilinda penaberarên Îranî xwe dan nasandin .