Xebatkarik siyasiyê Kurd bi hewsa hetayî û dûr xistinê hate mehkûm kirin

12:10 - 13 Kanûna Paşîn 2014
Kurdpa: Xebatkarik siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Bokan ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê hewsa hetayî jêre birîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Kawe Kanebî, xebatkarê siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Bokan û rûniştiyê derî welat, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Ormiyê bi hewsa hetayî û dûr xistinê hate mehkûm kirin.

\"17798.jpg\"
Kawe Kanebî, xebatkarê siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Bokan û rûniştiyê derî welat, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Ormiyê bi hewsa hetayî û dûr xistinê hate mehkûm kirin
اDezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê ev hukma gorekî madda 180 û 184a yasaya sizadana islamî bo vî xebatkarê siyasiyê Kurd birîne û li dadgeha pêdeçon de weke xwe hate erênî kirin.

Li kutayiya heyva Sermaweza îsal de, dadseraya şarê Bokan bi binemala Kawe Kanebî ragihandibûn ku mal û maşîn û hisaba vî ya li bankê, zewt kirine.

Kawe Kanebî li sala borî tev xwîşka xwe bi navê “ Esrîn Kanebî” bi dû pişkdarî kirin li xweşanî danik ku bi nîşandeka protesto kirina kuştina bi şika Someyyê Fêyzullahpûr rêxistibûn, li sedem bandora dezgehên ewlehiyê warê xwe bi cî hişt.