Xebatkarik siyasî li dîwan Derê bi danîna barmita 800,000,000 tûmen hete berdan

12:23 - 1 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Welatiyik Kurd ji xelkê şarê Dîwan Derê ku 1 heyv pêş nihade ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû girtin, bi danîna barmita 800,000,000 tûmen ji girtîgehê hate berdan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Seyîd Enver Qurêyşî, 45 salî, ji xelkê Dîwan Derê ku bi tometa alîkarî tev yekik ji partên Kurdî, hatibû girtin, paşî 1 heyv ragirtin li dezgeha ewlehiya vî şarî, bi danîna Barmita 800,000,000 tûmen û bi forma demî hare berdan.

Tê gotin; hêzên ewlehiyê, tawana vî welatiyê Kurd bi alikariya ekonomika vê bi yekik ji partên Kurdî yen opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê radigînin.

Bi gotina serekaniyik agadar, Seyîd Enver Qurêyşî li midê 1 heyv li dezgeha ewlehiya şarê Dîwan Derê de hewsî bûye û ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiyê de ketiye ber jêprtisîn û îşkencan.