Xebat Mefaxirî, çalakvanê jîngeparêz bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate serbestkirin

16:54 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Roja Pêncşemî 18ê Befranbarê, çalakvanekî jîngeparêz yê bi navê “Xebat Mefaxirî” xelkê bajarê Sineyê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate serbestkirin.

Binçavkirina wî çalakvanê jîngeparêz pênc cara hatibû temdîdkirin û navbirî di heyamê binçavkirina xwe de, ji “destpêregehîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe” bê par bû.

Xebat Mefaxirî roja Pêncşemî 6ê Xermananê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ew çalakvanê jîngeparêz di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve kevtibû ber lêdan û îşkencê.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî mala wî çalakvanê jîngeparêz wekolîn û hinik ji keresteyên kesî yên navbirî zevtkirin.

Xebat Mefaxierî endamê encomena kesk ya Kurdistanê ye.

Heya niha tohmeta ku bi ser wî çalakvanê jîngeparz hatiye sepandin ti zanyariyek di ber dest de nîne.