Xebat Mefaxirî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Sinê hate azadkirin

12:43 - 24 Tebax 2021

Roja Duşemî, 1ê Xermananê, çalakvanê jîngehparêz ê xelkê Sineyê, “Xebat Mefaxirî”, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê Kurd bi danîna barimteryê heta bi dawîhatina qonaxên dadweriyê ji girtîgeha Sineyê bi awayê demkî hatiye berdan û hêzên ewlehî, tohmeta “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurd ên Opozîsiyona hikûmeta Îranê” bi wî çalakvanê dane.  

Ew çalakvane li 19ê Gelawêjê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li mala wî de li bajarê Sineyê, hate binçavkirin û piştî bi dawîhatina lêpirsînê, ji girtîgeha îtila`atê ve bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

“Xebat Mefaxirî”, di meha Cozerdana îsal de bi tohmeta “endambûn li yek ji partiyên Opozîsiyona hikûmeta Îranê” li taya 1ê ya dadgeha şoreşa bajarê Sinê, bi 4 sal girtîgeha ragirtî hatibû cezakirin.

Di roja Pêncşemî, 18ê Befranbara sala 1399an a Rojî de, ew çalakvanê jîngehparêz bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadweriyê ji girtîgehê hatibû berdan.

“Xebat Mefaxirî” li roja Pêncşemî 6ê Xermanana sala 1399an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û di dema binçavkirinê de navbirî ji aliyê wan hêzan ve rastî lêdan û kutanê hatibû.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, mala wî çalakvanê jîngehparêz vekolîbûn û beşek ji tiştên wî yên kesîn digel xwe biribûn.

Xebat Mefaxirî, endamê “Encumena Kesk a Kurdistanê” ye.