“Xebat Dihdar” çalakvanê kedkariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin

18:16 - 8 Şibat 2022

Îro Sêşemî 19`ê Rêbendanê, “Xebat Dihdar” çalakvanê kedkariyê  yê xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew çalakvanê kedkariyê, li yek ji şeqamên bajarê Sineyê  binçav kirin û piştre navbirî bo cihek nexuya veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî  “Xebat Dihdar”  hatine sepandin, ti zaniyariyek jiber dest nîne.

Roja Yekşemî 24`ê Xakelêweya sala 1399`an, “Xebat Dihdar” piştî derbaskirina 4 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê, ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate azadkirin.

 “Xebat Dihdar” piştî 8 salan endambûna li Partiya “Komele”yê û piştre bi vergirtina emanameyê, li sala 1389`an vegeriya bo hûndirî Îranê û 11`ê Reşemeha sala 1389`an, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi tohmeta “endambûn li Partiya Komele”yê de, 5 sal cezayê girtîgeha bo hati birîn. Ew çalakvanê kedkariyê 11`ê Reşemeha sala 1394`an li dawî roja bidawîbûna cezayê girtîgehê ya ragirtî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkiri,n û bo heyama 20 rojan lêpirsîn jê hate kirin.

Navbirî piştî heyamekê di dosiyeke din de, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi 3 meh û 10 rojan cezayê girtîgeh hate mehkûmkirin û cezayê girtîgeha navbirî ya ragirtî berê jî bi cezaya girtîgeha te`izîrî hatibû guhartin.