XANENIŞÎNÊN PÊŞEYA FÛLADÊ LI ÎRANÊ ÎTIRAZ KIRIN

21:41 - 18 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Nedana Heyvaneya xanenişînên pêşeya Fûladê bû sedema nerazîbûna wan.

Roja bihorî hijmarek ji xanenişînên fûlada Isfehanê ku dema 9 Heyvan beriya niha jî li hember deriyê wê Fûladgehê Îtiraz kirin, car din li hember wêderê civînek nerazîbûnê li hev anîn.

Her wisa Îlna belav kir, 30 Hiza xanenişînan dahata heyva bihorî wernegirtine.

Elî Ekber Xrrem Deştî dikifşîne: Sedema wê çendê nizmiya Bûdceyê bi asta 20 Milyard Tumenî de ye.

Çavkaniya han êmaje bi wê çendê dike ku ev diraf gelek kêm e lê çi kesek hetta Kanûna Xanenişînan bersivê nade, lê êmaje bi civîna nerazîbûnê nake.

Ji sedemên din yên wê bi dawî ketina dahata xanenişînan, nebûna hevdengî bi henceta firotina par an gu sehman e.

Fûlada Isfehanê di Sala bihorî de jî 120 Milyard Tumen nizmiya Bûdceyê anî.