“Xalid Seyfpenahî” bi hepsê hat cezadan

18:36 - 31 Gulan 2022

Welatiyek Kurd ê bi navê “Xalid Seyfpenahî” kurê Ehmed û xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî ve bi serokatiya dadwer “Husên Se`îdî” bi sê meh û rojek girtîgeha ragirtî bo heyama du salan hat cezadan.

Dadgehê navbirî bi sedema belavkirina wêneyên birayê xwe yê bi navê “Hamid Seyfpenahî” li ser rûpela xwe ya kesî a torên civakî, 91 roj girtîgeha ragirtî bi ser wî welatiyê Kurd de sepandiye.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê roja Çarşemî 23`ê Banemerê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê ve hatibû lidarxistin û roja Pêncşemî 5`ê Cozerdanê, ew ceza ji navbirî re hatibû ragihandin.

Li rêkevta 2`ê Pûşpera sala 1396`an a rojî, “Hamid Seyfpenahî” bi sedema şer û pevçûn a li cadeya Merîwan-Sineyê, digel Spaha Pasdaran canê xwe ji dest dabû, herwisa girtiyê siyasî yê Kurd ê îdamkirî “Ramîn Husênpenahî” di wê pevçûnê de bi birîndarî hatibû binçavkirin.

Meha Banemera îsal “Xalid Seyfpenahî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî ve bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “lidarxistina piropagendeyan bo yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê”  bi 91 roj girtîgehê hatibû cezadan.