“Xalid Qurbanî” bi danîna barimteyê hat azadkirin

19:11 - 27 Hezîran 2022

Roja Duşemî 6`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Xalid Qurbanî” temen 26 salî û kurê Yûsif, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Kamêranê hat azadkirin.

Ew welat’ bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehî kirinê, ji girtîgeha bajarê Kamêranê hatiye azadkirin.

Roja Duşemî 30`ê Cozerdanê, “Xalid Qurbanî” ji girtîgeha bajarê Sineyê bo girtîgeha bajarê Kamêranê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê binçavkirî yê xelkê bajarê Kamêranê piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 11`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kiribûn.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî “Xalid Qurbanî” hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.