Xalid Mihemedzade Eqdem ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin

17:26 - 7 Şibat 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, “Xalid Mihemedzade Eqdem” girtiyê siyasî yê xelkê gundê “Xurxure” yê ser bi bajarê Mihabadê, piştî bi dawîhatina heyama cezayên xwe ji girtîgeha wî bajarî hatiye azadkirin.

Ew girtiyê siyasî, meha Reşemeya sala 1399`an, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Sala derbasbûyî, ew welatiye ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi yek sal û 5 meh girtîgeha te`izîrî bi hejmarkirina rojên berê yên binçavkirina wî hatibû cezadan û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de, bo yek sal û 2 meh girtîgeha te`izîrî hatibûe kêmkirin.

Navbirî roja Pêncşemî 13`ê Sermaweza sala 1399`an, bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû azadkirin.

“Xalid Mihemedzade Eqdem”, roja Duşemî 19`ê Xezelwera sala 1399`an, piştî 65 roj binçavkirin ji girtîgeha ewlehî ya Spaha Pasdaran bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê xelkê bajarê Mihabadê, di heyama binçavkirina xwe de li girtîgehên ewlehî yên Spaha Pasdaran di bajarê “Mihabad û Urmiyê” de, lêpirsîn ji wî hatibû kirin.

Navbirî di heyama binçavkirinê de, ji “destpêragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Înê 14`ê Xermanana sala 1399`an, ew welatiye ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin.