Xalid Mihemedsûrî bi danîna barimteyê hat azadkirin

13:59 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 21ê Pûşperê welatiyê Kurd yê bi navê “Xalid Mihemedsûrî” temen 33 salî û kurê “Mistefa” xelkê gundê “Kanî Budax” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê piştî mehek binçavkirinê  bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Bokan”ê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 300 miliyon Tumenî heta dema bidawî hatina qonaxên dagehîkirinê hatiye azadkirin.

 Roja Şemî 21ê Cozerdanê, ew welatî bi rêya pêwendiyek telefonî bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin û piştre hatibû binçavkirin.

Herwisa maşîna navbirî ji aliyê hêzên ewlehî ve dest bi ser de hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî hatine sepandin ti zanyariyek serrast ji ber dest nine.