“Xalid Mihemedî” ji girtîgeha Nexedê çû bo mirexesiyê

18:31 - 19 Tebax 2021

Roja Çarşemî 27`ê Gelawêjê, hepsiyê siyasiyê xelkê bajarê Pîranşehrê“Xalid Mihemedî”,  ji girtîgeha bajarê Nexedê hate murexesiyê.  

Ew hepsiyê siyasî li 1`ê Gelawêjê jî hatibû mirexesiyê û 12`ê Gelawêjê piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya wî bi girtîgeha bajarê Nexedeyê vegeriyabû.

Ew welatiye li naverasta meha Banemera sala derbasbûyî li bajarê Pîranşehrê hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di destpêka meha Gelawêja heman salê de û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî bo girtîgeha bajarê Nexedê hatibû veguhastin.

Di roja Çarşemî 14`ê Gelawêja sala 1399`an, “Xalid Mihemedî” ji aliyê taya 103 a dadgeha keyferiya 3 a bajarê Pîranşehrê bi tohmeta “sîxurî bo hikûmetên dijberê Îranê” bi 7 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bo carek din hatibû pejirandin.

“Xalid Mihemedî” li meha Reşemeya sala 1399`an bo cîbicîkirina cezaya girtîgeha wî bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.