“Xalid Kerîmniya” ji girtîgehê hate azadkirin

17:39 - 6 Kanûna Paşîn 2022

Roja Duşemî 13ê Befranbarê, hunermendek Kurd ê bi navê “Xalid Kerîmniya” naskirî bi “Xalid Narîn” xelkê bajarê Seqizê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin

Ew hunermende piştî dawî murexesiya xwe ji girtîgehê hate azadkirin

Roja Sêşemî 7ê Befranbarê, navbirî bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha xwe bo girtîgeh wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew hunermende ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê bi serokayetiya dadwer “Cevad Mistefayî” bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi 7 meh girtîgeha te`izîrî hatibû mehkûmkirin û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bi yek meh girtîgeha te`izîrî û 6 meh girtîgeha ragirtî hatibû guhirîn.

“Xalid Kerîmniya” li 17ê meha Cozerdana îsal bo Îtila`ata Spaha Pasdaran hatibû gazîkirin û piştî bi dawîhatina lêpirsînê bi danîna barimteyê bi awayek demkî û heta dema dadgehîkirina wî, hatibû azadkirin.

Di heyama salên 1397 û 1398 an a Rojî de jî, ew welatiye çend caran bo Îtila`ata Spaha Pasdaran hatibû gazîkirin û lêpirsîn digel navbirî hatibûne kirin.