“Xalid Fireydûnî” piştî 22 salan ji girtîgeha bajarê Urmiyê hat serbestkirin

18:53 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 4`ê Gelawêjê, girtiyek siyasî yê Kurd ê bi navê “Xalid Fireydûnî” xelkê bajarê Mihabadê, piştî 22 sal girtîgeh ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hat azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar li girtîgeha bajarê Urmiyê, ew girtiye piştî vê yekê ku kevte ber lêxweşbûna dezgeha dad, ji girtîgeha bajarê Urmiyê, hat azadkirin.

 “Mistefa Nîlî”, parêzerê dadgusteriyê, li vê derheqê li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsiye: “Xalid Fireydûnî” piştî 22 sal girtîgeh û kêmkirina heyama cezayên navbirî, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hat azadkirin.

Roja Yekşemî 26`ê Befranbara sala 1400`an a Rojî, “Xalid Fireydûnî”, piştî 21 sal girtîgeh ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê bo yekem car îzna murexesiyê pêre hatibû dan.

 “Xalid Fireydûnî” û “Omer Feqîhpûr” 10`ê Xermanana sala 1379`an a Rojî li yek ji gundên bajarê Pîranşehrê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatibûne binçavkirin û di dadgeha Şoreş ya bajarê Mihabadê de bi tohmeta “Muharibe” ji rêya endambûn digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi îdamê hatibûne cezadan û ew cezaye sala 1384`an li dadgeha pêdaçûnê bi girtîgeha heta hetayî hatibû kêmkirin.

Ew du girtiyên siyasî sala 1383`an ji girtîgeha bajarê Mihabadê bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibûne dûrxistin û di sala 1386`an de jî bo girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê hatibûne durxistin.

Ew du girtiyên siyasî piştî 10 sal dûrxistin bi girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê, Xezelwera sala 1396`an bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Roja Duşemî 23`ê Xakelêweya sala 1400`an a Rojî, “Omer Feqîhpûr” girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Bokanê piştî 21 sal girtîgeh û piştî derçûna bexşnameya nû hate efûkirin û digel hejmarek ji girtiyên siyasî ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.