“Xalid Fireydûnî” piştî 21 sal girtîgeh hate murexesiyê

17:08 - 18 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemî 26ê Befranbarê, girtiyek siyasî yê Kurd ê bi navê “Xalid Fireydûnî”, piştî 21 sal girtîgeh ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate murexesiyê.

Ew girtiyê siyasî di heyama binçavkirinê de yekem car e ku hatiye murexesiyê.

“Xalid Fireydûnî” û “Umer Feqîhpûr” 10ê Xermanana sala 1379an li yek ji gundên bajarê Pîranşehrê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatibûne binçavkirin û di dadgeha Şoreş ya bajarê Mihabadê de bi tohmeta “Muharibe” ji rêya endambûn digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi îdamê hatibû cezadan û ew cezaye sala 1384an di dadgeha pêdaçûnê de bi girtîgeha heta hetayî hatibû kêmkirin.

Ew du girtiyên siyasî sala 1383an ji girtîgeha bajarê Mihabadê bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibûne dûrxistin û di sala 1386an de jî bo girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê hatibûne durxistin.

Ew du girtiyên siyasî piştî 10 sal dûrxistin bi girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê, Xezelwera sala 1396an bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Roja Duşemî 23ê Xakelêweya îsal, “Umer Feqîhpûr” girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Bokanê piştî 21 sal girtîgeh û piştî derçûna bexşnameya nû hate efûkirin û digel hejmarek girtiyên siyasî ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.