Xaka Herêma Kurdistana Îraqê ji aliyê hêza Spaha Pasdaran ve hate topbarankirin
18:16 - 11 Gulan 2022
Roja Çarşemî serê sibêdeyê 11`ê Gulanê topxaneyên Spaha Pasdaran hin navçeyên Herêma Kurdistanê bi awayek tund topbaran kir.
Topxaneyên Spaha Pasdaran a Îranê daristanên çiyayê Berbizîn û Kêvereş a Herêma Kurdistanê bê navber topbaran dike.
Pêka gotina çavkanyeke agehdar, Spaha Pasdaran di wan êrîşên xwe de ji balafirên bê pilot jî mifah vergirtiye.
Herwisa çavkariyên herêmî ragihandine ku, di topbaranên Spaha Pasdaran a Îranê de, zirarên bê sînûr ji jîngeha herêmên hatinî topbarankirin ketiye.
Ji sala 1395`an heta niha, xaka Herêma Kurdistanê bênavber ji aliyê hikûmeta Îranê ve tê topbaran û mûşekbaran kirin.