Wurya Ferecî li girtîgeha Merîwanê hate mirexesiyê

12:23 - 19 Nîsan 2021

Roja Şemî 28`ê Xakelêwe, Wuriya Ferecî, girtiyê siyasî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, li girtîgeha wî bajarî hate mirexesiyê.

Ew girtiyê siyasî, roja Çarşemî 20`ê Reşemeya 1399`an a Rojî, carekê dinê jî hatibû mirexesiyê.

Ew welatiye roja Sêşemî 24`ê Befranbara 1398`an bo derbaskirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha Merîwanê hatibû veguhastin.

Reşemeya sala 1397`an, dadgeha Înqilaba bajarê Merîwanê, ew welatiye bi tohmeta “endamê yek ji partiyên Kurdî” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bo du sal girtîgeha te`izîrî hate kêmkirin.

Wuriya Ferecî 20`ê Reşemeya 1397`an, bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî hatibû girtin û piştî 34 rojan di girtîgeha Îtila`ata Sineyê de, bi danîna barimteya 120 milyon Tumenî hatibû berdan.