Winda bûna 2 Fotbalîstên xelkê bajarê Urmiyê

13:21 - 30 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: 2 Fotbalîstên tîma Fotbala nûciwanên Urmiyê, seva şandin bo taqîkariyan jibo werzişgaha Hewlêrê, heyamê 3’ê rojane bezir in.

Bavê yek ji wan Fotbalîstan gotiye,ew du Fotbalîstane nêzîk bi 2 milyon tûmen pere û 5 çêkên bê wajo yên sipî û her wisa hindek zêr gel xwe birine ku li çend şewvan beriya niha bi hinceta çûn bo yarigaha werzişî ya Hewlêrê,li malê çûnê derê û heya niha çi nûçeyek li ser çarenûsa wan li berdest de niye.

Bavê yek ji wan Fotbalîstan eşkere kir ku li winda bûna wan du Fotbalîstane de 3’ê rahênerên wan dest hene û yek ji wan rahênerane yê binavê “M” daxwaz ji min kiribû ku çend sed hezar tûmen pere bide mê.

Bavê werzişvanê winda bûyî amaje bi vê yekê kir, roja 25’ê Hezîranê kurê min bi min gotiye ku qirar waye ku em jibo taqîkariyan serdana yarigeha werzişî ya Hewlêrê bikin, lê heya niha bo malê nehatiye.

Malbatên wan du werzişkaran Îdareya Polîsan ya bajarê Urmiyê haydar kirine ku egera wê yekê heye ku ji aliyê rahêneran hatibine dizîn.