Wilatiyekî kurd ê xelkê bajarê Riwanserê bi teqeya hêzên rejîmê hat birînda kirin

13:56 - 6 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên rejîma îranê li bajarê Riwanserê wilatiyekî Kurd girtin û paşê jî kuştine

Pêka rapora Ajansa nûçeyî a Kurdpa’ê roja Sêşmeîyê berwa 14ê Sermawez a 1391 a rojî, wilatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Riwanserê bi nave “Şehram Ezîzî” temen 28 salî û xwedîyê 2 zarokan ji alîyê pasgahekî bajarê han tê girtin û paşê jî navhatî di kujin.
çavkanîyekî nêz ji boyerê bi Ajansa Kurdpayê got ku: Şehram Ezîzî piştî girtinê li gel efserekî pasgeha han ê bi nave “M” tuşî gengeşê dibe û Efserê han ji pişve teqe ji nav hatî dike û di kuje.

çavkanîyê got ku: hêzên întizamî yên pasgeha han hereşe ji pizişkê yasayî kirine kû sebeba mirina nav hatî xwekujî rabigehine, lê karbidestên pizişkê yasayî razî nebûne û her seba vê yekê termê nav hatî jibo bajarê Kirmanşahê hatiye şandin.