Wilatiyek Merîwanî seva Lêdana Hêzên Întizam canê xwe ji dest da

15:14 - 14 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê bi navê “Îsa Xolam Weysî”seva nîşandan nerazîbûna xwe li hember hêzên întizamî yên “Kelanetriya 11”a Merîwanê kevte ber lêdan û eşkencê û li encam de canê xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Hyemak beriya niha li bajarê Merîwanê wilatiyekê bi tirombêlê li Îsa xistiye û birîndar kiriye ku piştî birîndar kirinê, berpirsyarên Kelanteriya 11’ê hatine cihê boyerê û şifêrê tirombêlê serbest berdane.

Li encama wî karî de Îsa nerazîbûna xwe tine ziman û seva vê yekê ji aliyê hêzên întizamî dikeve ber kotan û lêdanê û tûşî xwînrêjiya nav zik dibe û pêyekî wî tê şikandin.

Çavkaniyê base vê yekê jî kir ku piştî xirab bûna rewşa saxlemiya Îsa, hêzên întizamî cihê tîmar û vegohastina Îsa jibo nexweşxaneyê,li kolanek nêz mala wî ,wî bi bêhişî dihavêjine xwarê û piştî çend demjimêran seva xwînrêjiyê canê xwe ji dest dide.

Îsa Xolam Weysî ê teman 25 salî û xelkê gundê “Bêsaran”a herêma “Jawero” ye, ku li berwar 1’ê Çileya Paşîn a 2013’an bi destê hêzên Kelanteriya 11’ê hatiye kuştin û serbarî pêdagirî û lêpirsîna malbata vî li ser sebebê kuştina kurê wan, ji aliyê hêzên dewletê çi bersivek bi xwesteka wan nehatiye dan û berdewam ji aliyê hêzên dewletê tûşî bêrêzî û bê hurmetiyê dibin.

Çand rojan berî niha jî hêzên Întizamî ên bexşa “Bayingan”a ser bi herêma Pawê, wilatiyek Kurd ê xelkê gundê “Kanî Salar” bi navê “Ebdulqadir Eşederî”bi egera hilgirtina kel û pelên qaçax hat girtin û piştî çend demjimêran ezyet û azarê hatibû azad kirin,lê seva êş û azara cesteyî li çaxê wegeryanê li nêzîk gundê “Kanî Salar”ê kevtibû nav ava yek ji çemên herêmê û li encam de fetisîbû.