Wilatiyek Kurd li Makoyê Seva berkevtina parçeyek Xumpara Sipaha Pasdaran birîndar bû

12:12 - 25 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê li herêmên sînorî ên bajarê Makoyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava, hêzn xwe amade dike.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên Sipaha Pasdaran li herêma “Bûralan”a ser bi bajarê Makoyê ji bilî mîlîtarîze kirina herêmê, çendîn pasgehên (Qereqol) nizamî çêkirine û dest bi topbaran kirina herêmê kiriye.

Hêzên Sipaha Pasdaran bi heceta hebûna çekdarên partiyên Kurdistanî, herêmên Agirî, Buztepe, Axgul û Acemî bi xurtî gule baran dike û seva wan guleyan wilatiyek Kurd ê bi nave “Mihemed Resul Qizilbaş” ê temen 18 salî li nêzîk gundê “Kolîk”ê bi xurtî birîndar bûye.

xelkê herêmê li ser vê baveriyêne ku cêhgir kirina Sipaha Pasdaran li herêmê û çêkirina Pasgehan, dibe berbest li hember xwedî kirina Pêz û malatan.

ji aliyek din û li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên Întizamî yên dewleta Îranê bi awayek berfireh li gundên herêma Makoyê dest bi komkirina mahwareyan kirine û heya niha pitir ji 100 desga mahwarên wilatiyan zewt kirine.