Wilatiyek Kurd bi heps û surgon kirinê hat mehkûm kirin

13:49 - 6 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Serdozgeriya şoriş a bajarê Kirmaşanê ciwanek Kurdê xelkê wî bajarî bi heps û surgon kirinê mehkûm kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan berî niha wilatiyek Kurd ê bi nave “Aram Behramî” kurê Mihemed Emîn ji aliyê dezgeha dadwerî a Komara Îslamiya Îranê li Kirmaşanê bi 2 sal zîndana tezîrî û 8 sal surgon kirinê jibo bajarê Bicnûrdê li parêzgeha Xorasanê hat mehkûm kirin.

Ew hevwilatiyê Kurd bi sûça piropagende û pêywendî li gel partiyek Kurdistanî û bê rêzî kirin bi pîroziyan hûkmê han bi serde hatiye sepandin.

\"11001.jpg\"
Behramî hatiye haydar kirin ku divê roja 16’Şibata 2013’an jibo cî bi cî kirina hûkmê han serdana dadgehê bike.

Aram Behramî ji dayik bûyê gundê “Zerdoyî” ser bi bajarê Pawe û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê ye ku li Havîna îsal de çendîn car ji aliyê Îdareya Îttlat a wî bajarî hatiye gazî kirin.

Ji aliyek din hêzên Îttlatî ên Komara Îsalmiya Îranê çendîn car êrişî ser mala vî kiribûn û ji bilî geryana male kampiyotêra û hejimarek ji pirtûkên vî tewî xwe biribûn.

Li gor amara tomar kirî li Nawenda Amara Ajansa Kurdpa,li destpêka Zivistana Îsal heya niha 22 wilatiyên Kurd ji aliyê dezgeha dadwerî a Komara Îslamya Îranê hatine zîndanî kirin.