Werzişvanekî ciwan yê xelkê bajarê Dîwandereyê dawî bi jiyana xwe anî
16:29 - 30 Kanûna pêşîn 2020
Roja Sêşemî 9ê Befranbarê, werzişvanekî temen 22 salî yê bi navê “Ferzîn Ezîmî” xelkê bajarê Dîwandereyê, bi awayekî nexuya dawî bi jiyana xwe anî.
Navbirî werzişvanê warê “Boks”ê bû û di wê warê de, li kêbirkêyên navxweyî çend midal bi dest anîbûn.
“Ferzîn Ezîmî” ji rêya xwe xendiqandinê ve dawî bi jiyana xwe anî.