Werzişvaneke Kirmaşanî bû rahênerê xula nayab a Futsala jinan li Îranê de

17:09 - 20 Şibat 2021

 “Şanaz Yarî” rahênera tîma milî a Futsala jinan û rahênera tîma “Sayba” ji aliyê navenda rahêneran ve, weke rahênera xula nayab a futsala jinana li Îranê de hate helbijartin.

Ew rahênera Kirmaşanî di sala 1397an rahênera tîma “Namî Nû” a bajarê Îsfehanê bûye û piştî hingê weke rahênera tîma milî a xwenekaran di kêbirkêya cîhanî a welatê Biljîkê pileya qehremanî yê bi dest aniye.

Bi sedema çalakiyên wê kiça werzişkar a Kurd, kanûna rahêneran ew jina rahêner a Kirmaşanî weke rahênera sal diyarî kir.

 “Şanaz Yarî” sala 1357an li bajarê Kirmaşanê ji dayîk bûye.