Werzêrek li Şabadê de bi sedema teqîna mînê birîdar bû

18:36 - 19 Gulan 2021

Werzêreke temen 45 sal li dema werzêriyê de li gundê “Hesenabad”ê ser bi bajarê Şabad bi sedema teqîna mînê birîndar bû.

Ragihandinên hikûmî dane xuya ku ew werzêr di dema karê werzêriyê de rastî vê bûyerê hatiye û dest û lêngê wî birîndar bûne.

Ew welatiyê  45 salî piştî wê bûyerê bo navendên dermanî hatiye veguhastine.

Di wê derheqê de, roja Çarşemî 22`ê Banemerê, welatiyeke Kurd yê bi navê “Ebdulla Serefraz” temen 23 salî û xelkê gundê “Tuwe”ê ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bibû.