Welatiykî din ê xelkê bajaroka “Nê” hate binçavkirin

17:04 - 13 Çirriya paşîn 2021

Di berdevamiya binçavkirinan de li bajarokê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, welatiyekî din ê bi navê “Ebdurehman Eştek” ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hate binçavkirin.

Di wê derheqê de, sibêdeha roja Şemî 22`ê Xezelwerê, hêzên hikûmeta Îranê 5 welatiyên Kurd li bajaroka “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê binçavkirine.

Çavkaniyeke agehdar nasnameya wan binçavkiriyan wiha bo Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ragihandiye: “Mihemed Ehmedî” kurê Omer, “Feryad Direxşanî” kurê Hamîd, “Keywan Mînûyî” kurê Letîf, “Îdrîs Behramiyan” kurê Seîd” û “Ebdurehman Efşar” kurê Riza.

Heya niha ji sedema binçavkirin û cihê ragirtina wan 6 welatiyên xelkê bajaroka “Nê”yê, ti zanyariyek li ber dest nîne.