Welatiyik Seqizî paşî girtinê çarenivîsa wî nerone

18:31 - 1 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik Seqizî paşî hindê ku heftiyik pêş niha de ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû girtin, hêj çarenivisa wî nerone.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, welatiyik ji xelkê Seqqiz bi navê” Ramîn Rizayî” 41 salî kurê Elî heftiyik pêş niha ji aliyê hêzên ewlehiya vî şarî hatibû girtin û bi ciyik nekivş hatibû raguhastin.

Bi gotina serekaniyik agadar , hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îran li dema girtina “ Ramîn Rizayî” de gişt tiştên vî yên kesîn wekolane û bêrêzî bi binemala vî jî kirine .

Heya weşîna vê nûçê, bi hinde bi dûçona binemala vî welatiyê Kurd, hêzên ewlehiyê hegera girtin û cê ragirtina navbirî bi malbata vî neragihandine.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê 40 rojên borî de 37 welatiyên Kurd bi tometên cur bi cur ji aliyê hêzên ewlehî û milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatine girtin.

Ev statîstika hejmariye û bi piştras bûn bi statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tên weşîn, bi balkêşandin bi nebûna ragihandina azad bo kom kirina nûçan û ewlehî bûna herêmên Kurd rûniştiyên Îran( herêmên Kurdistanî), dibe ku jimara serast ji vê hindê jî zêdetir be.