Welatiyik Rewanserî ji aliyê hêzên ewlehiyê hate girtin

19:17 - 23 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd ji xelkê şarê Rewanser ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li mala xwede, hate girtin.

Gorekî raporat ajansa nûçe gihaniya Kurdpa , roja Pêncşem, 25ê Rezber, welatiyik ji xelkê şarê Rewanser bi navê “ Hêyder Mensûrî” 25 salî, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê hate girtin û bi ciyik nekivş hate raguhastinê.

Bi gotina serekaniyik agadar, Hêyder Mensûrî xwedî jin û zaroke û zarokik 2 salî heye, bi tawana alîkarî tev partên Kurdî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, hatiye girtin.

Tê gotin ku hêzên ewlehiyê, xêncî vekolîna mala Hêyder Mensûrî, kitêb û mobil û hindik tiştên vî yê prîvat, zewt kirine.

Heya wşîna vê nûçê, ji sernivîsa û cê ragirtina vî welatiyê Kurd ji xelkê şarê Rewanserê , çi agadarik ber dest de çinine.