welatiyik Mihabadî bo bihorandina midê hewsa xwe raguhastiyê girtîgehê hat kirinê

23:23 - 22 Çirriya pêşîn 2013
ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd ji xelkê Mihabad, bo bihorandina midê hewsa xwe raguhastiyê girtîgeha sêntrala vî şarî hate kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, “ Yehya Sarxanî” welatiyê Kurd ji xelkê Mihabad, bo bihorandina 3 sal hews xwe bi girtîgeha sêntrala Mihabadê da nasîn.

Bi gotina yekik ji nêzên malbata vî girtiyê siyasî, Yehya Sarxanî li heyva Pûşpera sala 1390 ji aliyê dezgeha ewlehiya şarê Mihabadê hate girtin û paş mideyik ragirtin li dezgeha ewlehiyê, bi danîna Barmitê bi forma demî hate berdan.

Yehya Sarxanî paşî berdanê, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Mihabad, 7 sal hewsa teizîrî jêre birî û paşî ew hukm li dadgeha pêdeçonê bi 3 sal hewsa teizîrî hate kêm kirinê.

Yehya Sarxanî li rojên borî de paşî erênî kirina vî hukmî li dadgeha pêdeçona Ormî, xwe bi girtîgeha sêntrala şarê Mihabadê da nasîn.