Welatiyik Kurd li girtîgeha Qezvîn li sêdarê dan

22:09 - 8 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: hukmê bi sêdaredana welatiyik 36 salî ji Kurdê xelkê Ormî li girtîgeha sêntrala Qezvîn hate cîbicî kirin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya roja Sêşem, 17ê Befranbar( 7ê Kanûna duê, 7ê January, 17ê Heyva Dêy), “ Silhedîn Dawûdî”, 36 salî, kurê Mehmesalih, ji xelkê herêma Ormî, li girtîgeha şarê Qezvînh bi sêdarê dan.

Ev welatiyê Kurd ji xelkê gundê “ Hek”a ser bi dewera Tirgewer bû ku 2 salan li vê girtîgehê de ragirtibûn.

Bi gotina serekaniyik agdar, “ Silhedîn Dawûdî” bi tawana kirîn-firotina narkozan( Mewaddê muxeddir), ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê hukmê bi sêdaredanê jêre birîbûn.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li sala 2013a zayînî de, 52 welatiyên Kurd li Îranê bi sêdarê dane.

Li naw wan kesên ku li sala boriya zayînî de bi sêdarê dane, “ Hebîbullah Gulperî pûr, Riza Ismaîlî û Şêrko Mearifî”, 3 hewsiyên siyasiyên Kurd bûn, bi tawana endam bûn li partiyên Kurdî, bi sêdarê dane.

Li sala 2013a zayînî de gelemper 726 hevwelatî li welatê Îranê bi sêdarê dane ku hukmê 49 kes ji wan ber çavên xelk bi rê çoye.

Sêraderda dûmayikê ya welatiyên Kurd, li 27ê Sermaweza îsal bû ku Çengîz Salihî û Qadir Xêyr Enddîş ji xelkê gundê “ Gugçelî”a dwera Aleşîna Bokanê li girtîgeha sêntrala Ormî, hukmê bi sêdaredana van cîbicî kirin.