Welatiyên Kurd bi berdewamî têne desteserkirin

15:00 - 8 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Kamiyaranê ji aliyên hêzên îtila`astê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 16`ê Gelawêjê, sê welatiyên Kurd ên bi navên, “Refîq Kakî, Emced Seyfî û Mihemed Xatirî” ên xelkê bajarê Kamiyaranê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Hêzên îtila`atê êrîşê ser mala “Refîq Kakî û Emced Seyfî” di bajarê Kamiyaranê de kirine û piştî vekolîna malam wan, ew bin çav kirine.

Herwisa hêzên îtila`atê êrîş kirine ser gundê “Şahînî” a girêdayî bajarê Kamiyaranê, û “Mihemed Xatirî” bi bêrêzî kirin li ber çavê malbata wî û bi awayekî dirindane navbirî bin çav kirine.

Heya belavbûna vî nûçeyê, ji sedem û sebeba binçav kirina ew sê welatiyên Kurd tu zaniyariyek li ber dest nîne.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî 15`ê Gelawêjê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Sîrwan Muradî, Bêhzad Kemanger, Arman Quytasî, û Burhan Kemanger”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.