Welatiyekî xelkê Serdeştê piştî 71 rojan binçavkirin, bi danîna barimteyê hat azadkirin

19:07 - 9 Hezîran 2022

Roja Çarşemî 18`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hamid Osmanî” kurê Îbrahîm xelkê gundê “Yasînavê” û rûniştiyê bajarê Serdeştê, piştî derbasbûna 71 rojan li ser binçavkirinê, bi danîna barimteyê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê hat azadkirin.

“Hamid Osmanî”  piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di heyama rojên derbasbûyî de, bo girtîgeha bajarê Serdeştê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî 9`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîşkirine li ser mala wî welatiyê Kurd û piştî binçavkirinê, mala navbirî vekolîbûn.

Ew girtiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Hamid Osmanî” hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nînin.