Welatiyekî xelkê Seqizê bi sedemekî nexûya hate destbiserkirin

13:38 - 20 Nîsan 2020

Roja Yekşemî 20`ê Nîsan ê, welatiyekî Kurd bi navê “ Salar Se`îdpûr” xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îtla`atê ve hate destbiserkirin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar ku bi Ajana Nûçegihaniya “ Kurdpa”yê re ragehanidiye, hêzên Îtla`atê bi êrîş kirin li ser mala Salar Se`îdpûr , bi bê hebûna belgeyên yasayî, navbirî destbiserkirine.

Herwisa wê çavkaniyê eşkere kiriye,  malbata wî girtiyê Kurd li ser qedera kurê xwe, daxwaza zaniyariyan kirine, lê hêzên Îtla`atê ti zaniyariyek li ser qedera wî girtiyê Kurd nedan e.

Heya dema belavbûna wî Nûçeyî , li sedema desbiserkirin û cihê mana wî welatiyê Kurd, ti zaniyaritek ji ber dest de nîne.

“ Salar Se`îdpûr” mamê “ Şayan Se`îdpûr “ e, ku di girtîgeha bajarê Sinê de, bi hukmê bidarvekirinê hatiye ceza dan.