Welatiyekî xelkê Seqizê bi du sal girtîgehê hate cezakirin

18:20 - 7 Tebax 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Mistefa Hemdî” ku birêveberê Kenala “Telegramî”ya “Porsman”ê ye, ji laiyê dadgeha şoreş a bajarê Seqiz ve, bi du sal girtîgeha te`izîrî hate cezakirin.

Pêka hukmê dadgeha şoreş a bajarê Seqizê, ew çalakvanê Kurd bi tohmeta “propagende li dijî nizamê” bi 8 meh girtîgeha te`izîrî û bi tohmeta “sivikatîkirin bi avaker û rêberê komara Îslamiya Îranê” bi 16 meh girtîgeha te`izîrî hate cezakirin.

Ew welatiye, berê jî li 2 dosyeyên hevşêwe  hatibû dadgehîkirin  û bi bêtavan hatibû naskirin.

Hevdem digel sepandina cezaya girtîgehê bo ser birêveberê kenala “Telegramî”ya “Porsman”ê, “Keywan Rehîmzade û Xalîd Narîn”ku hevkarên Mistefa Hemdî ne, bo navendên ewlehî yên bajarê seqizê hatine gazîkirin.