Welatiyekî xelkê Selmasê bi sedema lipeyketin û teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

16:58 - 9 Şibat 2021

Roja Duşemî 20`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bêhzad Haşimîesil”, kurê Ehmed û xelkê gundê “Bihîk” ê ser bi bajarê Selmasê, bi sedema lipeyketin û teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, canê xwe ji dest da.

Pêka çavkaniyeke agehdar, “hêzên leşkerî li rêya bajarê Selmas bo Xoye, bi şika helgirtina kelopelên qaçax li pey maşîna wî welatiyê dikevin û piştre wî didine ber gulleyan”.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Hêzên leşkerî di dema lipeyketina maşîna Bêhzad de, tegerên maşîna wî kirine amancê gulleyên xwe û ew yek dibe sedema wergerana maşîna wî”.

Wê çavkaniyê daye xuyakirin: “Ew welatiyê Kurd di vê bûyerê de, bi sedema dijwariya birîna xwe canê xwe ji dest daye”.

Bêhzad Haşimîesil, xîzandar û xwediyê sê zarokan e.