Welatiyekî xelkê Pîranşehrê piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata Bokanê hat binçavkirin

19:01 - 12 Hezîran 2022

Roja Şemî 21`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Xalid Mihemedsûrî” temen 33 salî û kurê Mistefa, piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Bokanê hat binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd xelkê gundê “Kanîbidax”a devera Lacan a girêdayî bajarê Pîranşarê ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatî ji rêya telefonê ve bo Îtila`ata bajarê Bokanê hatiye gazîkirin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Maşîna wî welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye zevtkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina “Xalid Mihemedsûrî” ti zanyariyek ber dest nîne.