Welatiyekî xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

12:47 - 24 Tebax 2021

Roja Duşemî 1ê Xermananê, welatiyekî Kuyrd ên bi naê “Heyder Xizrî” ê kurê “Mihemed” û rûniştiyê “Konexzanê” girêdayê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û de dema bibnçavkirinê de ew welatî kutane.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedem û tohmeta sepandî li dijî wî welatiyê Kurd ti zaniyariyek li berdest tinîne.