Welatiyekî xelkê Pawe di encama teqeya wezîfedarên hêza Întizamî birîndar bû

18:27 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Duşemî 27ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îdirîs Nûrî” xelkê bajarê “Ciwanro”yê di dema revîn ji dest hêzên Întizamî li şeqama “Resalet” a wî bajarî de bi teqeya hêza Întizamî hat birîndarkirin.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Wezîfedarên Hêza Întizamî bo binçavkirina wî welatiyê Kurd bi sedema sikalaya zewacê êrîşkiribûne ser mala navbirî û hewla veguhastina wî bo girtîgeha bajarê Pawê dabûn.”

Herwisa vê çavkaniya agehdar dibêje: “Ew welatiyê Kurd demakû hewla revînê dabû, ji aliyê yek ji piledarên hêza Întizamî bi bê agehdarkirina berê teqe jê hatibû kirin û di vê bûyerê de navqed û demarên wî birîndar bûye.”

Pêka çavkaniya agehdar, ew welatiyê Kurd piştî birîndarbûnê, ji aliyê wezîfedarên hêza Întizamî bi pêbend û kelemçekirinê bo nexweşxaneya “Taliqanî” a bajarê “Kirmaşan”ê hatiye veguhastin.

Herwisa hatiye ragihandin ku: “Heta niha pizîşkan nekariye ew gulleya ku bûye sedema birîndarbûna demarên wî derbixin û egera vê yekê heye ku, rastî qutbûna demaran bê. “Îdrîs Nûrî” niha di bin çavedêriya hûr a pizîşkî û kontrola wezîfedarên hêza Întizamî de ye.”

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ew wezîfedarê ku teqe ji wî welatiyê Kurd kiriye nehatiye binçavkirin.