Welatiyekî xelkê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:16 - 3 Çirriya paşîn 2021

Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûnis Yahû” xelkê gundê “Kosekerêz”ê  ser bi bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin.

“Yûnis Yahû” roja Duşemî 5`ê Xezelwerê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Yûnis Yahû” hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nine.