Welatiyekî xelkê Merîwanê piştî gazîkirina bo îdareya Îtla`atê hat binçavkirin

17:25 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 12ê Pûşperê welatiyekî, Kurd ê bi navê “Mehdî Resayî” yê temen 30 salî û kurê “Mame Reşe” û xelkê gundê “Serdoş”ê girêdayî bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata wî bajarî hat binçavkirin.

Qedera wî welatiyê Kurd piştî binçavkirinê, nerohn e û heta niha lipeyketina malbata wî bona agehdarbûn ji qedera kurê wan bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li dijî wî welatîyê Kurd ti zaniyariyek li ber dest nîne.